Muhammed Emin Canik
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ji bo serdana fermî hat Enqereyê.
Balafira ku Zeydî tê da bû gihîşt Enqereyê.
Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat pêşwaziya Zeydî kir.
Serokomar Erdogan wê li Kuliyeya Serokomariyê Zeydî qebûl bike.
Di çarçoveya serdana Zeydî ya Enqereyê da aborî, av, ewlehî û veberhênan di serî da, mijarên ji bo xurtkirina hevkariyê ya Tirkiye û Iraqê wê bên axaftin.