Hakan Çopur
25 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2026
Trump ji Fox Newsê ra axivî û beriya hilbijartina navberê ya Kongreyê ya 3yê Mijdarê polîtîkaya dereke ya Amerîkayê nirxand.
Trump îdia kir ku di şerê bi Îranê ra da wan çi xwest, bi dest xist, bi taybetî ji aliyê eskerî û aborî va wan kapasîteya Tehranê "tune kir".
Trump ultîmatomeke nû da Îranê û wiha got, "Ez bi wan ra peymanê îmze bikim, an wan ji holê rakim? Pirs tenê ev e."
Trump îdia kir ku kontrola Tengava Hurmuzê bi temamî di destê Amerîkayê da ye û wekî beriya şer ew ji Tengavê ra neftê didin derbaskirin û wiha dewam kir, "Jibîr nekin, êdî em Tengava Hurmuzê kontrol dikin. Ew tu tiştî bi dest naxin, her tiştî em hildidin."
Trump got ku ablûqeya ser behrê ya li dijî Îranê jî bi awayekî pir bi bandor dewam dike.