Haydar Karaalp
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Iraqê, Serokomar Nîzar Amêdî li paytext Bexdayê, Serokê MÎTê Kalin qebûl kir.
Hat destnîşankirin ku di hevdîtina li Serokomariya Iraqê da ji xeynî geşedanên herêmî û navneteweyî, mijarên xurtkirina hevkariya ewlekarî û îstixbaratê ya di navbera Tirkiye-Iraqê da jî hatin gotûbêjkirin.
- Trafîqa hevdîtinan
Rawestgeheke din a hevdîtinên Serokê MÎTê Kalin jî Serokê Konseya Daraza Bilind Faîq Zeydan bû.
Ji xeynî vê, Kalin li Bexdayê bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Basim el-Bedrî ra jî hevdîtin kir.
Dîsa Kalin di çarçoveya hevdîtinên xwe da bi Serokê Giştî yê Partiya Teqadumê Mihemed Helbûsî ra jî hevdîtin pêk anî.
- Hevdîtinên Kalin dê sibê jî bidomin
Serokê MÎTê Kalin bi Serokê Meclisa Iraqê Heybet el-Helbûsî ra jî mijara xurtkirina hevkariya ewlehiyê di navbera Tirkiye û Iraqê da gotûbêj kir.
Hevdîtinên Serokê MÎTê Kalin ên li Iraqê sibê jî dê bidomin.