Büşranur Keskinkılıç, Can Efesoy
08 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2026
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê Peymana Mekkeyê da got, "Gava dijî welatekî endamê peymanê êrîş çêbe, ji bo parastinê wê tenê nemîne. Ev peymana êrîşê nîne."
Fîdan û Wezîra Karên Derva û Alîkara Serokwezîrê Macaristanê Anîta Orban piştî hevdîtina li Wezareta Karên Derva daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin.
Wezîrê Karên Derva Fîdan der barê geşedanên di Şerê Rûsya-Ukraynayê da got, "Divê em nehêlin ku Behra Reş ji bo pevçûneke nû bibe eniya şer."
Fîdan ji bo Peymana Mekkeyê wiha axivî, "Gava dijî welatekî endamê peymanê êrîş çêbe, ji bo parastinê wê tenê nemîne. Ev peymana êrîşê nîne."
Wezîrê Karên Derva Fîdan got ku bi Peymana Mekkeyê, Tirkiye wê esker neşîne axa welatekî din û li wir êrîşekê neke.
Fîdan ji bo xebatên li ser Peymana Mekkeyê got, "Ji bo peymanê bişînin Meclisê xebatên hewce dikin temam bûne."