17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li El Baba bakurê Sûriyeyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de 116 hedefên rêxistina terorê DAEŞê îmhe kirin û 20 terorîst jî kuştin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ragihand ku herekata di serî de ji bo berterfekirina tehdîda DEAŞa rêxistina terorê, xurtkirina ewlehiya sînoran û ji bo piştevaniya hêzên koalîsyonê li Bakurê Sûriyeyê di 24ê tebaxê de dan destpêkirin, dewam dike.
Di roja 147emîn a herekatê de xebatên ji bo bidestxistina kontrola El Babê dewam dikin. 106 hedefên DEAŞê ku bi wesayitên tespîtkirina hedefan hatin tespîtkirin, bi hawan, tang, ÇNRAê hatin rûxandin. Di şerê bi roj dewam kir û di encama topên ku hatin avêtin de 20 terorîst hatin berterefkirin.
Ji destpêka herekatê vir va li herêmê 2 hezar û 941 teqemeniyên destî û 43 mayin hatin îmhekirin.