17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
İSTANBUL
Abdulgadîr Masparîpovê ku wek failê êrişa terorî bo ser qulûbeya şevê li Ortakoya Beşîktaşa Stenbolê dihate lêgerîn li Esenyurta Stenbolê hate desteserkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Ekîba Şûbeya Bergiriya Terorê li Rêvebiriya Ewlehiya Stenbolê, tesbît kir ku êrişkarê Ortakoyê li adreseke Esenyurtê xwe vedişêre. Li vê agahiyê operasyon hate meşandin û gumanbar Abdulgadîr Masparîpov û zilamekî bi eslê xwe Qirgiz, 3 jî jin 5 kes hatin derdestkirin.
Polêsan gumanbar birin navenda li Rêvebirina Ewlehiya Stenbolê ya li Cadeya Vatanê.
Herwiha ji aliyekî din hat ragihandin ku operasyonên hemdemî yên li ser şaneyên rêxistina terorî berdewam in.