14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
WASHINGTON
Serokê Teşkîlata Îstixbarata Navendî a Emrîkayê Mike Pompeo (CIA) daxuyand Koreya Bakur wê ceribandinên xwe yên nukleerî bidomîne, lê di destê wan de tu agahî tune nîşan bide ku Koreya Bakur nêzîkî şerekî nukleerî ye.
Pompeo di televizyona Fox News Sunday de der barê rojevê de axivî.
Serokê CIAyê Pompeo got Koreya Bakur wê ceribandinên xwe yên nukleerî bidomîne û wiha axivî: "Koreya Bakur hewl dide bigîhîje asta nukleerî. Qasî 20 salan e dixebite û nêzîkî ber bi vê astê dibe."
Li ser pirsa Koreya Bakur wê di demek nêz de êrişî Emrîkayê bike yan na Pompeo wiha got: "Em di nav rewşeke wisa da nînin ku bi Koreya Bakur re şer bikin. Di destê me de li gor vê rewşê agahiyeke îstixbaratê tune."
Pompeo pesnê rêvebiriya Donald Trump da û got ew li hember Koreya Bakur xebatên dîplomatîk dimeşîne û ji ber van hewlan Koreya Bakur li herêmê bêtir tena serê xwe maye û wiha dewam kir: "Êdî Çîn jî dibêje divê li herêmê çekên nukleerî tunebin."