Türkan Tosun
08 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê kewarên hingivan ên ku di biharê da datînin zozanên bilind, hatin berhevkirin.
Fahrî Adiyamanê ku li gundê Agaçdîbiya 20 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e ji 20 salan vir va karê hingiv û mêşvaniyê dike got ew kewaran biharê datînin zozanên bilind û di meha îlonê da jî berhev dikin.
Adiyaman got li gor salên berê îsal mêşan zêde hingiv nedaye û wiha axivî: "Li Hekariyê 3-4 cure hingiv heye. Em tu tiştekî tevî hingivê kewara reş nakin û kîloya hingiv 150 lireyan difroşin. Hingivê ku ji kewarên normal tên bidestxistin, mûm tên dayîn jî 70-80 lireyî tê firotin. Mirov nikarin bi hêsanî ferqa hingivan fêm bikin."
Halîl Aslan jî got ji ber demsalê wan îsal bi têra xwe hingiv bi dest nexistiye û wiha dewam kir: "Em salê carekê hingivê hildidin. Em hingivê organîk difroşin û her kes jî distîne."