14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ra li Qesra Çankayayê hevdîtin kir û piştî hevdîtina bi qasî 2 saet û nîvê dewam kir û daxuyaniyeke hevpar dan.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Yildirim der barê hevdîtina bi Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Bahçelî ra wiha got: "Di vê civînê da me ev yek careke din dît ku têkoşîna bi terorê ra li Tirkiyeyê meseleyeke di ser siyasetê da ye, fikrên me, partiyên me dibe ku ji hev cihê bin lê di têkoşîna dijî terorê da biryardariya CHP û ya MHPê û ya AK Partiyê dewam dike. Me nirxandinên berfireh kirin. Der heqê xebatên tên kirin da û der heqê mijarên Sûriye, Iraq û welatên din da bi birêz serokên giştî ra parve kir. Me li fikr û ramanên wan guhdar kir. Pêşniyarên wan ji bo me hebûn me ew nivîsîn. Me civîneke gelek bi kêr kir."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî der barê hevdîtinê de wiha got: "Birêz Serokwezîr der barê bûyerên terorî yên qewimîn da agahî da me, ji bo vê em jê ra spas dikin. Li ser meseleya têkoşîna dijî terorê da me wisa lihevkir ku divê em hemû partî bi hev ra tevbigerin."
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî destnîşan kir ku ji bo bersivek bidin gel ev civîn kirin û wiha dewam kir: "Ev civîn ji bo ku em bersiveke baş bidin gelê xwe hat kirin. Partiyên siyasî ji bo têkoşîna bi terorê ra biryareke teqez û têkoşîneke bêmerhemet dixwazin."