Haydar Şahin
10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2019
HEWLÊR
Nurî Brîmoyê Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar kir ku PYDya rêxistina terorê Kurdan temsîl nake û wiha got: "PYD bi salan e di nav Kurdên li Sûriyeyê da rik û dijminatiyê belav dike. Di navbera Kurd û Kurd, Kurd û Ereban da dijmintiyê derdixe."
Brîmo daxuyanî da nûçegihanê AAyê, bertek nîşanê pêkanînên li Sûriyeyê yên PYDyê da û got "PYD Kurdan temsîl nake".
Brîmo ji bo Kurdên li Sûriyeyê rêxistin wekî hêza zorbedar nirxand û destnîşan kir ku rêxistin bi salan e Kurdan berî hev dide, di navbera wan û Ereban da dijminiyê derdixe.
Brîmo di mijara pêşmergeyên ji Sûriyeyê da jî wiha axivî:
"Êdî dem hatiye ku Amerîka di siyaseta xwe da guherînê bike û mitefîqên xwe biguherîne. Vê gavê ji bo Amerîkayê mitefîqê herî baş Tirkiye ye. Li Sûriyeyê jî rêya herî baş ew e ku Amerîka bi Tirkiyeyê ra hevkariyê bike û Pêşmergeyên Roj (Yên ji Sûriyeyê) vegerin welêt. Ev ê li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê îstiqrarê pêk bîne."