21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
MARDİN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê piştî ku biryar hat dayîn ji îro pê ve li giştiyê navçeyê derketina derva bê qedexekirin, hin welatiyan navçe terk kirin û hinekan jî çûn dan û standina komî kirin.
Qaymeqamtiya Nisêbînê biryara derneketina derva ji hoparlorên şaredariyê ve anons kir.
Piştî anonsê hin welatiyan çend perçe eşyayên xwe hildan û navçe terk kirin. Hin welatî jî ji bo ku nan û xwarinê bikirin çûn li ber firûn û marketan.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiyê de hatibû gotin ku ji bo can û malê welatiyan bê parastin, aramî û ewlehî car din pêk bê li taxên Abdulkadirpaşa, Firat, Yênîşehir û Dicleyê derketina derva hatibû qedexekirin. Niha jî ji 21ê çileya pêşîn a 2015an ji saet 10.00an pê ve li taxên Yenîturan, Yeşîlkent, Mor Yakup, Zeynelabidîn, Kişla, 8 Mart, Girnavas, Devrîm, Selahaddîn Eyyubî, Îpekyolu û Barişê jî derketina derva hatiye qedexekirin. Heta emrekî duyemîn li van deran derketina derva qedexe ye û divê welatî ji bo ewlehiya can û malên xwe guh bidin vî emrî.