Elif Orhan
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2019
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan êrîşa topavêj birin ser cî û warên sivîlan ên di nav "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê", di êrîşê de herî kêm 5 sivîl mirin û 25 sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê gelek êrîşên topavêj birin ser navçeya Marratînnuman û gundên El Tuh û Xoş El Qissabiyyeya di nav sînorên "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê".
Midûrê Parastina Sivîlan ê Îdlibê Mistefa Hec Yusif daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku hêzên rejimê pîştî nîvro êrîşên ser herêmê giran kirin.
Hec Yusif got ku "Herî kêm 13 êrîşên topan û roketan birin ser navçeya Maretînumana li çolwarê başûr a Îdlibê. Li gor tespîtên ewil di êrîşê de herî kêm 5 sivîl mirin, 25 sivîl jî birîndar bûn."
Ekîbên parastina sivîlan xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin û ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Hêzên rejimê digel mutebaqata Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hat îmzekirin navber neda êrîşên xwe. Mixalifên eskerî jî di 10ê cotmeha 2018an de li gor mutebaqata Soçiyê çekên xwe yên giran ji herêmê paş vekişabûn.