Abdullah Tel
04 Tebax 2018•Rojanekirin: 06 Tebax 2018
VAN
Wan wekî navend li 18 bajaran dijî rêxistinbûna "krîpto" ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya nav Artêşa Tirkiyeyê hat kirin da 12 eskerên li ser kar hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji ber rêxistinbûna FETOyê ya di nav Artêşa Tirkiyeyê da jêpirsîn dabû destpêkirin û ji bo 16 kesên rêbazên "gerînên li pey hev û şîfrekirinên bikrîpto" emilandine biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li ser vê biryarê bi kordîneya ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Midûriyeta Ewlehiyê ya Wanê va Wan wekî navend li Edene, Enqere, Balikesîr, Bidlîs, Bursa, Çanakkale, Edîrne, Erzirom, Gazîanteb, Isparta, Stenbol, Kahramanmaraş, Konya, Mugla, Osmaniye, Tokat û Trabzonê operasyon hatin kirin û 12 eskerên wezîfedar hatin binçavkirin.
Ji bo qefaltina 4 kesên mayî jî xebat didomin.