27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ENBAR
Hat ragihandin ku artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ji destê rêxistina terorê DEAŞê da li parêzgeha Enbarê 17 milîtan hatin kuştin.
Ji Fermandariya Operasyonên El-Cezîreyê Tumgeneral Qasim Mihemmedî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li herêma El-Medhema li rojavayê Enbarê tevî beşdariya firokeyên cengê yên hêzên hevpeymanê û hêzên ewlekariyê û yên eşîretan va êrîşek hat lidarxistin û di encamê da 17 milîtan hatin kuştin.
Mihemmedî diyar kir ku di operasyonê da 3 wesayîtên DEAŞê jî hatin teqandin.