Önder Beyter
17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
ŞIRNAK
Li Şirnexê bi destê Şaredariya Silopiyê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirşaredar peywirdar kir, li aliyekî hewl tê dayîn ku şopên terorê ji navê bên birin, li aliyê din jî xizmet û veberhênanên ku welatî lê mane hesret, yek bi yek tên kirin.
Piştî ku Şaredara Silopiyê ya DBPyî Emîne Esmer ji ber sûcên wekî "endametiya rêxistina terorê", "alîkarî û hewandina rêxistina terorê", "têkbirina yekîtiya dewlet û welat" va hat girtin, Qaymeqam Savaş Konak wekî Cîgirşaredar hat peywirdarkirin. Herwiha bi destê Cîgirşaredar Konak ji bo çareserkirina kêşeyên navçeyê "plana bilez a çalakiyê" hat amadekirin.
Li navçeya ku 11 tax û 90 hezar nifûsê wê heye, bi salan e kêşe û kêmasî di ser hev da bêyî ku bên çareserkirin mane. Ji ber hindê ji bo çareserkirina van kêmasî û kêşeyan proje tên amadekirin û yek bi yek pey hev ev proje tên sepandin. Bi vî awayî zirar û ziyanên ku di êrîşên rêxistina terorê PKKyê da li navçeyê çêbûn, ji navê tên birin.
Li navçeyê şaredarî pêşaniyê dide xebatên wekî dabînkirina ava vexwarinê û çêkirina kanalîzasyonê û herwiha li navçeyê ji bo ku jiyana sosyal were ser xwe, proje tên amadekirin û sepandin.
- Ava 8 taxan hat dabînkirin
Qaymeqam û Cîgirşaredarê Silopiyê Savaş Konak ji peyamnerê AAyê ra qala proje û amancên şaredariyê kir.
Konak bal kişand ku çawa wî dest bi wezîfeyê kir, wî hevalên xwe yên şixul civand û ligel wan bernameyeke xebatê amade kir û wiha got, "Çunkî amanca me ya sereke ew e ku em Silopiyê bikin bajarekî nûjen."
Konak diyar kir ku wan di serî da pêşanî da çareserkirina kêşeya ava vexwarinê û kutakirina parzûngeha avê ya ku çêkirina wê dewam dikir. Konak bal kişand ku wan di serê vê salê da parzûngeha avê kuta kir û av vexwarinê da 8 taxan.
- Xeta kanalîzasyonê kuta bû
Cîgirşaredar got ku piştî dabînkirina ava vexwarinê wan pêşanî da çêkirina şebekeya kanalîzayonê û herwiha di meha rêbendanê da îhaleya projeya ji bo vê yekê bi destê ÎLBANKê (Bankeya Parêzgehan) hat kirin. Konak got ku berdêla xeta kanalîzasyona ku 32 kîlomêtro dirêj e, 19 milyon lire ye û ev xet ji sedî sed kuta bû.
- Şopa terorê tê jêbirin
Konak diyar kir ku li navenda navçeyê ji ber înfilaqkirina teqemeniyên ku bi destê rêxistina terorê hatibûn çalkirin, xetên ava vexwarinê, kanalîsazyon û rê xirab bûn û wiha dewam kir, "Ji bo jinavbirina van zirar û ziyanan me ligel Rêbejayê protokol amade kir û di vê çarçoveyê da em plan dikin ku 152 kîlomêtro rê asfalt bikin. Di vê projeya ku yekûna wê digehîje 213 milyon lire pere da 87 kîlmêtro rê hat asfaltkirin û pişka mayîn jî xebatên wê dewam dikin."
- Projeyên sosyal
Konak herwiha bal kişand ku wan seba welatiyan 3 parqên nû çêkirin û kirin xizmetê, parqên heyî jî jinûva verast dikin. Konak diyar kir ku wan ji bo van projeyan jî 2 milyon û 100 hezar lire pere xerc kir.
Cîgirşaredar got, ji bo ku xwendekarên wan li ciyekî xweşiktir perwedeyê bistînin, wan bi bihayê 250 hezar lireyî veberhênan kir da ku kêmasiyên fîzîkî yên dibistanan nemînin û wiha got, "Me ji bo îbadetxane û qursên Qur'anê yên li navenda navçeyê jî 500 hezar lire alîkarî da."