10 Gulan 2016•Rojanekirin: 10 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Di êrîşa ku li Baglara navçeya navend mensûbên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî birin ser serwêsa polêsan de 3 kes mirin polês jî di nav de 45 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li Bûlwara Dîcleyê ya Baglara navçeya navend dema ku serwêsa polêsan a ku hin gumanbarên ku bi îdiaya sûcê terorê kirine ji bo kontrola tenduristiyê dibir nexweşxaneyê derbas bû mensûbên PKKya rêxistina terorê wesayîta bombebarkirî teqandin. Di teqînê de polês jî di nav de 45 kes birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112an ên ku hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur ên li welêt.
Ji birîndarên ku dihatin dermankirin 3 kes digel midaxaleyê mirin.
Teqîn li ber Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Şehît Albay Guner Ekîncî û çayxaneyekî çêbû.
- Ji ber ku xwendekar du saet beriya teqînê belav bibûn facîe mezin nebû
Hat ragihandin ji ber ku xwendekar du saet beriya teqînê ji dibistanê derketibûn û belav bibûn ji ber vê yekê jî facîeyekî mezintir neqewimî.
Ji ber şîdeta teqînê li rê çal çêbûn, avahiya dibistanê û gelek avahî û wesayîtên li hawirdor jî xisar çêbû.
Ekîbên polêsan lêkolîna cihê bûyerê berdewam dikin û Bûlwara Dîcleyê ji hatûçûyê re hat girtin.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku terorîst bên girtin li hawirdor operasyon dan destpêkirin.