20 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser telefonê bi Barack Obamayê Serokê DYAyê re axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin Obama li ser telefonê bi Erdogan re axivî û got ku teşebûsa derbeyê şermezar dikin û diyar kir ku li Tirkiyeyê li gel demokrasiyê ne.
Obamayê Serokê DYAyê destnîşan kir ku der heqê lêpirsîna der barê teşebûsa derbeyê de amadeyê her cure hevkariyê ne.
Dan zanîn ku dê der heqê hevdîtinê de pişt re daxuyaniya nivîskî bê dayîn.
Serokê DYAyê Barack Obama der heqê Fethullah Gulen de diyar kir ku dê li ser dosye û delîlên der heqê Fethullah Gulen ên ku Tirkiyeyê şandin lêkolîneke cidî bikin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin Serokomar Erdogan di axaftina ser telefonê ya bi Obama re de qal kir ku li pişt teşebûsa derbeyê Rêxistina Terorê ya Fethullahî heye û mijara îadekirina Gulen anî rojevê.
Serokomar Erdogan diyar kir ku dê dosyeya der heqê îadeyê de ragihînin DYAyê. Serokê DYAyê Obama der heqê Fethullah Gulen de diyar kir ku dê li ser dosye û delîlên der heqê Fethullah Gulen ên ku Tirkiyeyê şandin lêkolîneke cidî bikin.