10 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
ANKARA
Hat ragihandin 2 berbazên ku di Herekata Mertala Firatê ya li bakurê Sûriyeyê da wezîfedar bûn û ji meha mijdarê ve winda ne û salix ji wan nayê girtin, Şehîd ketine.
Herekata Mertala Firatê ku ji bo li dijî rêxistina Terorê DEAŞê piştgiriyê bidin hêzên koalîsyonê di 24ê tebaxê de dest pê kir, dewam dike.
Hêzên Çekdar yên Tirk der barê harekatê da di 29ê mijdarê de ragihandibû ku di saet 15.30an de 2 berbaz winda bûne û li herêmê xebatên lêgerînê dewam dike. Sererkan Orgeneral Hûlûsî Akar jî der barê mijarê de li Serokwezîr Bînalî Yildirim gerîyabû û gotûbû ku 2 berbaz winda bûne. Orgeneral Akar der barê lêgerînan da agahî dabû Serokwezîr Yildirim.
Çavkaniyên Leşkerî ragihand ku Pîyade berbaz serçawîş Kivanç Kaşikçi û Cendirme berbaz çawîşê biqidem Muhammet Duran Keskîn şehîd ketine.
Cinazeya şehîd Keskîn îro li Mizgefta Haci Sabanciya Edenê piştî nimêja cinazeyê dê bê definkirin. Cinazeya şehîd Kaşikçi jî li mizgefta Şehîtlera Çanakkaleyê piştî nimêja cinazeyê dê bê definkirin.