Haydar Şahin
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
HATAY
Dayîka ku li Kirikhana navçeya Hatayê jiyana xwe didomîne tu carî ji ber serê kurê xwe yê ku 25 sal in nexweşê nav nivînan e venaqete, hêviya wê ya ji bo başbûna kurê wê tu carî neşikestiye.
Tayfur Kildişê (50) hosteyê hesin ji vir 25 sal berê ji bo xebatê çû Stenbolê û di dema montaja deriyê febrîqeyê da qeza derbas kir û birîndar ket.
Kildiş ji ber deriyê ku bi ser da ket 12 caran emeliyat bû û şehitî. Selver Kildişa dayîka Kildaş a 73 salî kurê xwe xwedî dike.
Kildiş nexweşê nav nivînan e û bedena wî ji navê berjêr nagire, hemû hewcedariyên wî bi destê dayîka wî tên dîtin. Kildiş bi alîkariya kopal û hesinên ku bi nigên wî va hatine girêdan va dikare ji ciyê xwe rabe.
Tayfur Kildiş got ji ber ku demeke dirêj di nav nivînan da ma di pişta wî da birîn derketin, diya wî wek zarokan wî xwedî dike.
Kildiş got diya wî tu carî wî bi tena serê xwe nahêle û wiha axivî : "Diya min hemû hewcedariyên min dibîne. Xwedê ji wê razî be. Kincên min li min dike û her roj min dimeşîne. Xwedê kirî diya min li ba min e, min bi tenê nahêle. Emrê wê zehf mezin bûye lê belê dîsa jî min xwedî dike.
Kildiş got piştî ku şehitî demeke dirêj hat dermankirin û wiha pê da çû: "Ez 12 caran emeliyat bûm lêbelê tu tişt neguherî. Ji wê rojê vir da bedena min ji navê berjêr nagire. Ji ber ku ez ezeb im xêncî diya min tu kesê min tune ku min xwedî bike. Xwedê emrê wê dirêj bike."
- "Ew parçeyekî canê min e"
Selver Kildişa 73 salî diyar kir ku ji bo başbûna kurê xwe her roj dia dike û got, "Ev 25 sal e kurê min li ber çavên min dihele, ez zehf li ber xwe dikevim. Qasî ku quweta min diçê ez hewcedariyên wî dibînim. Ew parçeyekî canê min e. Emrê min pêşda çûye lê belê hetanî ku quweta min hebe ez ê kurê xwe xwedî bikim. Ez ji bo wî, ew ji bo min sedema jiyanê ne. Bi zorê jî be em bi hev ra derdikevin derva. Ji bo ku bîna xwe bide û tavê bibîne ez wî derdixim ber derî. Ew cîgera min e, ji bo başbûna wî ez ê her roj dia bikim."