İbrahim Atmaca
03 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
ÇOLPON ATA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hin welêt di çareserkirina mijarên navneteweyî da ji dêvla dîplomasî, diyalog û piralîtiyê, tehdîd, zext û şantajê derdixin pêş.
Erdogan li Navenda Çandê ya Ruh Ordoyê beşdarî "6emîn Zîrveya Serokên Dewletan a Konseya Tirk" bû.
Erdogan diyar kir, Konseya Tirk a ku bi Peymana Nehciwanê va di 2009an da ava bû, di nav dema derbasbûyî da nasnameya xwe ya sazûmaniyê xurt kiriye.
Serok Erdogan wiha axivî:
"Hin welêt di çareserkirina mijarên navneteweyî da ji dêvla dîplomasî, diyalog û piralîtiyê, tehdîd, zext û şantajê derdixin pêş. Bi kêmkirina bazirganiyê, bacên gumrikê û tengavkirinan va peymanên salên dûr û dirêj di carekê da bê mene dibin. Tirkiye wê bi civata navneteweyî ra di nav piştevaniyê da diyalog, dîplomasî, edalet û hiqûqê biparêze."
Erdogan diyar kir, ji bo zêdekirina hecma bazirganiyê û ji bo ku potansiyel baş were bikaranîn pêdivî bi gavên nû hene û wiha dewam kir:
"Ji ber ku bazirganiya navneteweyî girêdayî dolar e, ev êdî wek astengiyekî dertê pêşiya me. Em di vê mijarê da pêşniyaz dikin ku bi pereyê xwe va bazirganiyê bikin û li ser vê yekê bisekinin."
Serokomar Erdogan bal kişand ku Tirkiye bi rêxistinên terorê yên wek FETO, DEAŞ û PKKê ra têkoşîneke bê navber dide û wiha dewam kir:
"Em bi taybetî girîngiyeke mezin didin FETOya ku kiryarê hewla derbeya xayîn ya 15ê Tîrmehê û kujerê 251 welatiyên me. Ev rêxistin demekê weke li welatê me li çar aliyê dinyayê bi saziyên xwe yên perwerdeyê va bela bûye. Taybetiya herî girîng ya vê rêxistinê takiyye, derew û nepenîtî ye. Di nav 5 salên dawîn da tişta ku hate serê me dide nîşanî hemû dostên me ku di têkoşîna FETO da dereng nemînin."