06 Tebax 2017•Rojanekirin: 07 Tebax 2017
ANKARA
Wezîrê Çand û Turîzmê Numan Kurtulmuş got: "Hîroşîmaya ku rûyê herî tarî ya şerê 2yemîn a Cîhanê ye ji bo hemû mirovahiyê şermek e û wê tu carî neyê jibîrkirin."
Kurtulmuş ji ber 72yemîn salvegera avêtina bombeya atomê ya li Hîroşîmayê peyamek weşand.
Wezîr Kurtulmuş di peyama xwe de wîha got: "Hîroşîmaya ku rûyê herî tarî ya şerê 2yemîn a Cîhanê ye ji bo hemû mirovahiyê şermek e û wê tu carî neyê jibîrkirin. Hîroşîmayê bi tenê wê keliyê, wê heyamê tehdîd nekiriye, dahatûyê jî tehdîd kiriye. Dil û bedenan jî heta dinya hebe wek ku şopa wê neyê jibîrkirin birîndar kiriye. Em bi hezaran kesên ku ew roj û bo deh hezaran kesên ku piştî wê mirine bi xemgînî bibîr tînin û wek mirovahî rûyê me li erdê bibîr tînin."