20 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
AFRÎN
Efrîn di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji hêla Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad a Sûriyeyê va hat xilaskirin. Dîmenên tunelên ku terorîstan li girên bilind ên Efrînê bi makîneyên kar vekiribûn jî ji hêla AAyê va hatin kişandin.
Tunelên qirase yên li ser girên bilind ên bajêr ku lê baş xuya dike hatibûn avakirin, di wextê kontrolkirina Artêşa Azad da derketin holê.
Ji deverên tunel lê ne navenda bajêr baş tê dîtin.
Firehiya tunelan ji bo têketina qamyonekî têr dike û her ku diçe bi gilovarî teng dibe lê gelek kes bi rihetî dikarin bihav ra tê da bimeşin.
Li ser tespîtên ewil dirêjahiya tunelan ji destpêkê pê va bi qasî 400 metreyî dewam dike û makîneyên kolanên yên ku xwedî teknolojiya pêşketî ne û pê tunel hatiye vekirin jî hatin dîtin.
Tunel ji hêla Tumena Hemzayê ya ku ji avakarên Artêşa Azad a Sûriyeyê yek e va hat dîtin û ew xebatên xwe yên li ser gir û çiyayan didomînin.
Fermandarê Tumena Hemzayê Seyf Ebubekîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku terorîstan bi armanca eskerî ev tunel vekirine û xwestine ku çûn û hatin di navbera girên li derdora navçeyê ne bi xêra van tunelan hêsantir bibe.
Ebubekîr destnîşan kir ku li hemberî êrişên esmanî xweparastin û veşartina çekan ev tunel gelek bi kêr tên.