Sevim Hatun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ADANA
Li baregeha eskerî ya 10emîn Fermandariya Tankêrê ya Încîrlîkê piştî ku Almanyayê biryara vekişandina eskerên xwe da qelebalixî çêbû.

Hat dîtin ku li baregeha hewayî ya li Taxa Încîrlîka ser Sariçamê Wesayitên Asmanî yê Bêmirov, helîkopter, balafirên şer û kargoyê diçin û tên.

Tirkiyeyê destûrê nedabû ku parlementerên Almanyayê eskerên alman ên li Încîrlîkê ziyaret bikin, li ser vê Almanyayê vekişandina eskerên xwe anîbû rojevê.