04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
BERLÎN
Hat ragihandin ku li Almanyayê Musa Ayê birêvebirê payebilind ê DHKP-Cya rêxistina terorê ji ber sûcdarkirina endamtiya rêxistina terorê ya biyanî hat girtin.
Di daxuyaniya ku ji Dozgeriya Federal hat dayîn de hat diyarkirin ku Musa Ayê 55 salî yê ku welatiyê Hollandayê ye li Hamburgê hat girtin.
Hat gotin ku bersûc di nav hîyerarşiya rêxistina Ewropayê ya DHKP-Cyê cî digire û di kadroya profesyonel de bi telîmatên serokên rêxistinê peywirên cur bi cur bi cî aniye.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku bersûc herî dawî wekî "Berpirsyarê Ewropayê" yê qaşo yê rêxistina terorê peywir kiriye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Musa A bi pozîsyona xwe ya navborî li tevahiya Ewropayê birêvebirên rêxistinê sewq û îdare dike û wan dişopîne û kadroyên birêvebir tayîn dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku peywira herî girîng a bersûc jî ji bo ku ji rêxistina terorê re çavkaniyên malî bibînin telîmatan bide û pereyên bexşê teslîm bistîne û dan zanîn ku Musa A dê îro bi daxwaza girtinê derxînin dadgehê.