01 Mijdar 2018•Rojanekirin: 02 Mijdar 2018
WASHINGTON
Koalîsyona ku serkêşiya wê Amerîka dike pirsên Tirkiyeyê yên der barê YPG/PKKyê da baş nebersivand.
Berdevkê Koalisyonê Albay Sean Ryan pirsa nûçegihanê AAyê ya "Li gor we Tel Ebyad di destê kîjan hêzê de ye? YPG an HDS?" bi eşkere nebersivand û wiha got: "Koalisyon bi HDSyê ra dixebite. Der barê tevgerên hêzê û planan da ew biryarê didin."
- Daxuyaniya HSDyê wek bersiv şand
Ryan pirsa "Wê demê li Tel Ebyadê rewş çi ye? Hûn dikarin bibêjin hêza ku Tel Ebyadê kontrol dike HSD ye?" bi daxuyaniya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) ya ku dibêje "Operasyonên li hember DEAŞê ji bo demeke berwext hatiye rawestandin" va bersivand.
Piştî pirsa ku bi mijarê da eleqedar e jî Ryan daxuyaniya HSDyê bi bîr xist û wiha got: "Piştî îlana dawîn a ku min şand der barê rewşa Tel Ebyadê ya dawîn da agahiyeke min a rojane tune."
Ryan pirsa "Hêzên li Tel Ebyadê yên ku Tirkiye wan hedef digre HSD ye an YPG ye hûn çawa binav dikin?" nebersivand.
- Ji Pentagonê daxuyaniya rojhilatê Feratê
Ji hêla din Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyand amadehî tê kirin ku li rojhilatê Feratê dijî YPG/PKKya rêxistina terorê operasyon wê bê kirin.
Li ser daxuyaniya Erdogan Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) jî daxuyaniyek da.
Berdevkê Pentagonê Bînbaşî Sean Robertson wiha got "Haya me ji daxuyaniya Tirkiyeyê ya ku dibêje ewê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê operasyonê bike, heye. Em bi Tirkiye û HSDyê ra hevdîtinan dikin ku rewş aram bibe."
Robertson got ew girîngiyê didin ewlehiya sînorên Tirkiyeyê û hewl didin hemû alî dev ji rageşiyê berdin û bi tenê li hember DEAŞê têkoşînê bidin, li gor nexşerêya Minbîcê tevbigerin.
Robertson behsa fikarên Tirkiyeyê yên der barê terorê da ne kir û got ew der barê têkoşîna dijî PKKyê da bi Tirkiyeyê ra hevkariyê dikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja sêşemê wiha gotibû: "Me der barê rojhilatê Feratê da amadehiyan temam kir. Di demeke nêz da bi operasyonan va emê bixipişin stûyê rêxistina terorê."
Wezîrê Parastinê Hulusî Akar jî gotibû ji bo derbasbûna rojhilatê Minbicê ew amade ne.
Artêşa Tirkiyeyê duh û şeva din li Tel Ebyadê hedefên YPG/PKKyê xistibû. Mewziyên YPG/PKKyê yên li herêma Şikefta Zorê ya ku rojavayê Ayn El Erebê jî bi obusan ve hatibûn bombarankirin.
Çavkaniyên leşkerî daxuyandibûn YPG/PKKa rêxistina terorê jî ji rojhilatê Feratê êrîşî hêzên li ser sînor kirine û hêzên ewlehiyê ji bo ku xwe biparêzin bi êrîşan ve bersiv dane.