Fatih Gazioğlu,Abdullah Tel,Haydar Şahin
11 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Serokê Konseya Kar a Tirkiye-DYAyê ya Lijneya Têkiliyên Aboriyê yên Derva (DEÎK) Ekîm Alptekîn got armanca van îdiayên bêbingeh yên dibêjin Michael Flynnê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî yê berê bi rayedarên tirk re hevdîtin kirine da ku Fetullah Gulenê Serkêşê FETOyê birevînin, ew e ku zirarê bidin Tirkiyeyê.
Alptekîn got ku armanca wan îdiayên bêbingeh ew e zirarê bidin Tirkiyeyê.
Alptekîn diyar kir ku di civîna wî organîze kir da teqez li ser meseleyeke wisa qise nehat kirin û wiha domand: "Min bi taybetî bersiva wan xeberên bêbingeh ên der barê min da hatine weşandin neda û xwe ji vê dûr girt. Lê ez bi xemgînî mêze dikim ku hin saziyên me yên medyayê yên piçek qedrê wan heye ji wan derewên eşkere ye bi kêrî kê tên, bawer dikin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Alptekîn ragihand ku bi nûçeyên wisa tê xwestin zirar bigihêje Tirkiyeyê û got: "Ez bi xemgînî mêze dikim ku li welatê me hin kes dixwazin ji bo armancên xwe yên siyasî van derewan biemilînin. Bêguman ez bawer dikim ku wê rastî helbet rojekê derkeve meydanê û wê demê kesên ev derew gihandin miletê wê şerm bikin."
- Hewleke nû ya bi piştgiriya FETOyê
Robert Kelnerê parêzerê Flynn jî ji bo îdiayên di nûçeya rojnameya WSJê da hatibû weşandin got ku ew tiştekî "derew û pir kirêt" e.
WSJê ji bo çavkaniya naveroka hevdîtinên ku tê îdiakirin ku Flynn bi rayedar û karsazên tirk ra kir navnîşaneke rastî nîşan nedabû.
Îdiayên ku tê nirxandin hewleke bi piştgiriya FETOyê li dijî Tirkiyeyê ye ji ber ku ji bo dengeya siyasî ya navxweyî ya DYAyê amûreke emilandinê ye di medyayê da cî digre.
Tê zanîn FETOya ku li DYAyê di nav komên li dijî Tirkiyeyê dixebitin da ye, di mijarên li dijî Tirkiyeyê da piştgiriyê dide pêvajoya hiqûqî û alîkariya malî ya mezin dide.