Fatih Gazioğlu
16 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Atletîco Madridê di Kupaya Super ya UEFAyê da Real Madrîd 4-2 têk bir û Kupaya Super ya UEFAyê qezenc kir.
Pêşbirka Kupaya Super ya UEFAyê li Tallînna paytextê Estonyayê hat lîstin û Real Madrida tîma Îspanyayê ya sezona berê di Lîga Şampiyonan da bû şampiyon û Atletîca Madrîda tîma Îspanyayê ya ku di Lîga Ewropayê da bi ser ket hatin pêşberî hev.
Di deqîqeya 1emîn da bi gola Dîego Costa tîma Atletîco Madrîdê 1-0 bi pêş ket.
Dîego Costa ev gol hê di saniyeya 49ê da avêt û navê xwe di dîroka kupayê da bi gola ku herî zû hatiye avêtin nivîsî.
Di deqîqeya 27an da Real Madrîdê bi gola Karîm Benzema avêt skora pêşbirkê kir 1-1. Real Madrîdê di deqîqeya 63an da bi gola Sergîo Ramos ferq kir 2-1.
Di deqîqeya 79an da Atletîco Madrîdê bi gola Dîego Costa ya duyemîn skor kir 2-2 û dema pêşbirk dirêj kir.
Atletîco Madrîd di deqîqeyên nû da baştir leyîst û bi gola Saul Nîguez ya ku di deqîqeya 98emîn da avêtî skor kir 3-2.
Atletîco Madrîdê piştra di deqîqeya 104emîn de bi gola Koke avêt reqîbê xwe 4-2 têk bir û Kupaya Super ya UEFAyê qezenc kir.