18 Adar 2018•Rojanekirin: 18 Adar 2018
ÇANAKKALE
Serokomar Erdogan ragihand ku navenda bajarê Efrînê ji 08.30î pê va bi temamî hat kontrolkirin. Êdî li navenda bajarê Efrînê ne paçikên rêxistina terorê, sembolên aramî û ewlekariyê bilindkirî ne. Aniha li wir alaya Tirk bilindkirî ye, alaya Artêşa Azad a Sûriyeyê bilindkirî ye."
Erdogan: "Wekî miletê Tirk me duh li Çanakaleyê bi çi heyecan û baweriyê têkoşîna xwe kiribe, îro jî em bi heman şêweyî li nava sînorê xwe û li dervayî sînorê xwe têkoşînê didin."
Serokomar Erdogan: "Em ê şopên terorîstan (li Efrînê) paqij bikin û herwiha em ê jorsazî û jêrsaziya herêmê durist bikin. Em ê her cure gavên pêwîst bavêjin da ku xelkê herêmê yê ku aniha li welatê me dijî an jî li deverên din dimîne, vegerin ser warê xwe."
Erdogan: "Miletê me di 15ê tîrmehê da nîşanî hemû alemê da ku di dilê wî da îman jî cesaret jî xurt e. Lê nihêrîn ku di hindur da nabe, vê carê rabûn ku dora welatê me ji derva va bigrin. Seranserê sînorê me yê Sûriyeyê, 911 kîlomêtre, me ev hewildan pêşiyê bi Mertalê Feratê va paşê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va têk bir, em têk dibin. Hemd ji Xwedê ra zincîra korîdora terorê vê gavê ji 4 nuqteyan va şikest. Wek mayîn jî em ê di demeke herî kin da yek û yek bişkênin û em ê vê lîstikê bi temamî xerab bikin."
Serokomar Erdogan: "Wa ye me îro bi operasyona xwe ya ku ev 58 roj in dewam dike va Efrîna ku her qunc û goşeyê wê bi tunel, dîwar û dafikên bêtonê va tijî kirine, bi dest xist. Aniha li wir alaya me bilindkirî ye, alaya Artêşa Azad a Sûriyeyê bilindkirî ye."
Serokomar Erdogan: "Heke hewcedarî bi axaftina eşkere hebe, li gor min ji bilî çend helbest, çend roman û çend belgefîlman ev şer û serkeftina mezin bi heqqî nehatiye vegotin. Mixabin em miletekî wisa ne ku di çêkirina dîrokê da pir jêhatî ne, lê di nivîsandina wê da bi heman awayî serkeftî nînin. Bi rastî meriv nikare bi vegotinê qala Çanakkaleyê bike, bes şerekî meriv dikare bijî bû. Digel vê ez bawer dikim ku ji bo nifşên nû divê em pir bixebitin ku Çanakkaleyê vebêjin."