09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim tevî çendîn projeyan ji asîman teseliya înşeata balafirgeha 3yemîn a ku li Stenbolê tê çêkirin, kir.
Yildirim bi helîkoptera bi navê "OBA"yê ji asîman teseliya projeyên qerase yên ku çêkirina wan dewam dike, kir.
Wezîrê Veguhastin, Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan, Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Kadîr Topbaş jî hevaltiya Serokwezîr Yildirim kirin.
Serokwezîr Yildirimê ku ji asîman tevî hin projeyên din, teseliya înşeata balafirgeha 3yemîn a ku li Stenbolê tê çêkirin kir wiha got: "Bi vî awayî ji sedî 55ê balafirgehê temam bûye. Di 29ê Cotmeha 2018an da wê bi temamî xilas bibe û bona xizmetê were vekirin."