02 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
ANKARA
Bersûc Mazlûm Îçliyê ku ji ber doza Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgoz der barê wî da biryara binçavkirinê hebû hat qefaltin.
Bersûc Mazlum Îçliyê di dema bûyerê da ji 18 salî biçûktir bû û dadgehê der heqê wî da jî biryara binçavkirinê dabû li Stenbolê hat qefaltin û paşê sewqî Qesra Dadê ya Stenbolê hat kirin. Ji ser pergala telekonferansê Îçlî beşdarî rûniştina Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Enqereyê ku biryara doza Yasîn Boru dabû.
Dadgehê di çarçoveya daxwaza serdozgerê komarê da ji bo girtina Îçlî biryar da.
- Doz
Doza Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgozê ku li Diyarbekirê di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an ên bi hinceta Kobanê de hatibûn kuştin bi dawî bûbû.
Dadgehê di nav 41 kesên dihatin darizandin da li 16 bersûcan ji ber sûcê "bi hîsên hovî an bi eziyetê kuştin" û "xirabkirina yekîtiya dewletê û ji hevdu perçekirina welêt" dihatin darizandin cezayê hepsê yê muebbetê ku 5 caran hatiye girankirin ceza birî û ji bo 2 kesan jî cezayê hepsê yê muebbetê yê hatiye girankirin da.
Dadgehê 110 sal cezayê hepsê da 6 zarokên ku wê demê bi wan sûc dane kirin.
Herwiha ji ber sûcên wekî "teşebiskirina mêrkuştinê", "îxlalkirina destnedayina mal" û "propagandaya rêxistina terorê" ceza hatin dayin.
Di çarçoveya dozê da 13 kes hatibûn berdan û dosyaya 3 bersûcên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hebû jî hatibûn cihêkirin, ew dosya hê jî di asta îstinafê da sekinîne.