Haydar Şahin
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Li pêşengeha di çarçoveya Projeya Hunerê ya Navneteweyî hat lidarxistin da xweşikiyên dîrokî û çandî yên Tirkiyeyê tên nîşandan.
Elvira Yakovchika resama ji Ukraynayê ya ku berhemên wê hatin rayêdan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi hevalên xwe ra di fuarekê da xweşikiyên Tirkiyeyê dîtin û wê çaxê biryar dan ku pêşengeha "Tirkiyeya Min a Bedew" vekin.
Yakovchikê got ku ji vir 4 sal berê ji Donetska bajarê Ukraynayê hatin Tirkiyeyê û di tesîra mîmarî û însanên Tirkiyeyê da man û wiha pê da çû: "Min her tim wêne xêz kirin. Fikra xebata resim û pêşengehê li vê derê hat bîra min. Tu dibêjî Stenbol çavên min e... Min dixwest ku bi xêz û resimên xwe pêşengeha şexsî vekim."
Yakovchikê got navê "Tirkiyeya Min a Bedew" tesîreke baş li ser wê hîşt, merivên Tirkiyeyê dostxerîb û xwînşîrîn in.
Yakovchikê axaftina xwe wiha domand:
"Mîmarî, sazîbûna dîrokî û rihê Stenbol û welêt zehf bedew e. Ez maşûqa Stenbolê me. Tebîeteke wê ya baş heye. Ez li bajarên wekî Îzmir, Marmarîs, Datça, Bodrum û Çeneqeleyê mam. Min zehf ji wan deran hez kir. Fikra sereke ya xebatên min ew e ku ya kevn û ya nû bi hevdu ra pêşîkêş bikim."
Li pêşengehê xêncî berhemên Yakovchikê berhemên Anastasia Lapitskaya (Belarus), Cornelia Margan (Komara Başkurtîstanê ya Federasyona Rûsyayê), Ethem Baymak (Kosova), Janara Sabden (Qazaxistan), Stefan Hadzi Nikolov, (Makedonya), Svetlana Elantseva (Îngiltere), Vahid Novruzov û Îlham Enveroglu (Azerbeycan) û Tulay Denîz Gumuşê (Tirkiye) jî tên pêşandan.