14 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
Mamosteyên ku tayinî Yuksekovaya navçeya Hekariyê ya ku di van demên dawîn de bi bûyerên terorê tê rojevê bûn û bi fikar hatin herêmê, ji ber eleqe, arîkarî û hezkirina gel gelekî kêfxweş in.
Mamosteyan dan zanîn ku bi fikarên mezin hatin Yuksekovayê lê welatiyan di mijara bicîbûnê de her cure arîkarî da wan û diyar dikin ku rastî tu pirsgirêkê nehatin. Mamosteyan qal kir ku ji ber mêvanperweriya gelê herêmê xwe xerîb hîs nekirin û gotin ji ber ku vir in kêfxweş in.
Mamosteya Agahiyê Çand û Dîn Neval Aktaşa ku ji Stenbol hat Yuksekovayê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi pêşdarazî hat herêmê lê li hember eleqeya ku dît kêfxweş e.
Aktaşê qal kir dema hîn bû ku tayînî Yuksekovayê bûye gelekî xemgîn bû û wiha axivî: "Min qet texmîn nedikir ku ez ê bêm vir, ji ber ku malbata min li Stenbolê dijî û ev der gelekî dûrî wir e. Dema min pêşiyê agahiya tayînkirinê bihîst em bi malbatî gelekî xemgîn bûn û ez fikirîm ku neyêm vir lê pişt re min biryar da ku bêm. Dema ez hatim min dît ku ev der be ciyekî wekî ku mirov qal dikin xirab e. Xwedêkirî ez hatime û vir im."
Aktaşê diyar kir ku gelê Hekariyê gelekî mêvanperwer e û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji roja ku ez hatime vir heta niha mirov gelekî eleqedar, xwîngerm in, esnaf gelekî baş e, min ji hemûyan gelekî hez kir. Gelek rêzdar û mêvanperwer in. Tu carê wekî biyaniyan li me nenêrîn, qet nedan hîskirin ku em mêvan in. Ev eleqeya wan bû wesîle ku ez ji vir bêtir hez bikim. Ez ji ber ku hatime gelekî kêfxweş im û hîç poşman nînim. Hin hempîşeyên me ji ber ku vir cuda didîtin nehatin vir lê bi rastî jî dê gelekî poşman bin."
Mamosteya ingilizî Merve Datkiranera ji Gazîentabê jî got ku Hekarî cihekî wekî ku nîşan didin xirab nîne. Datkiranerê destnîşan kir ku gelê wî gelek arîkarhez û xwîngerm e û wiha axivî: "Ez bawer im ku heke ez tayînî cihekî li rojava bûma ez rastî eleqeyeke ev qas mezin nedihatim. Vir di serî de eleqe û rêzgirtin bi çavekî cuda li mamosteyan dinêrin. Em bi fikar hatin lê gelekî mehçûp bûn. Ez rastî bûyereke ku mamosteyan bixe zorê nehatim."
- "Em her dem nanê xwe bi wan re parve dikin"
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê yê Yuksekovayê Salih Ozdemîr jî got ku deriyên malên xwe heta dawiyê ji mamosteyên ku tayînê herêmê kirin re vedikin.
Ozdemîr diyar kir ku eleqeyeyeke taybet a gelê herêmê ji bo mamosteyan heye û wiha axivî: "Mêvanperwerî di kevneşopiya gelê me de heye. Deriyê me ji her welatiyê me yê ku ji derve tê re vekiriye. Em her dam nanê xwe bi wan re parve dikin. Ji ber vê yekê esnafê me bi mamosteyên ku tên re bi taybetî eleqedar dibin."
Ozdemîr bal kişand ku Hekarî ne cihakî xirab e ku wekî nîşan didin û wiha axivî: "Em rewşa mamosteyên ku tayinî vir dikin lê nayên vir jî fehm dikin ji ber ku ew tenê ji çapemeniyê van deran nas dikin. Ev der axeke gelekî qedîm e, gelê wê gelekî mêvanperwer e. Ji ber wê bêyî ku fikarek bikeve dilê wan û bitirsin bila bi dilrehetî bên vir. Em wan li mala xwe dikin mêvan. Vir tu xeribiyê nakişînin. Hewceyiya van zarokan bi wan heye. Tu ferq di navbera xwendekarên li Çankayayê û yên vir tune. Hewceyiya wan bi xwendinê heye. Ji ber vê jî cihê mamosteyan her dem li ser serê me ye."