Türkan Tosun
03 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di komcivîna ewil a sala rêzikdanînê ya nû ya TBMMyê de bangî parlamenteran kir.
Erdogan got sala nû ya rêzikdanînê li ser xêrê be, sersaxî da eqreba û hezikiyên Abdulkadîr Yukselê Parlamenterê Gazîentabê yê ku hefta borî wefat kir.
Erdogan behsa êrîşa li Las Vegasa bajarê Amerîkayê kir û got wan sersaxî daye Donald Trumpê Serokê DYAyê.
- "AK Partî partiya reforman e"
Serokomar Erdogan behsa xebatên AK Partiyê kir û wiha got: "Wek ku hûn dizanin AK Partî partiya reforman e. Heta îro bingeha qanûnî ya reforman ên ku hewcedariya welatê me û gelê me pê hebû ji hêla AK Partiyê de hatin amadekirin û dîsa wê di bin banê vê partiyê de bên amadekirin. Ji niha va ez di xebatên we de serkeftinê dixwazim."
- "Referanduma li Bakurê Iraqê hewldanek e wisa ye ku xencerê li sînga herêma me dixin"
Serokomar Erdogan behsa referanduma HKIyê kir û wiha axivî: "Qeyrana referanduma li Bakurê Iraqê hewldanek e wisa ye ku xençerê li singa herêma me dixin. Mesele ne meseleya mafên kurdan e, beravajî vê mesele ew e ku dixwazin ereban, kurdan, tirkmenan, komên din û welatên li der û dor bixin singa hev, bixin nav pevçûn û şer. Em destûrê nadin vê çalê ya ku li ser dijmintiya mezhebî û nijadî li kêleka me tê kolandin û bi nefretê tê xwedîkirin."
Erdogan der barê îdiayên îstifaya Melîh Gokçek de de jî wiha got: "Di partî, teşkîlat, serokên şaredariyan an jî di nav serokên bajêr yên me de... Di vê pêvajoyê de dibe hin geşadan çêbin. Lê niha di pêşiya me de tiştekî wisa tuneye. Helbet ev nayê wê meneyê ku êdî teqez çênabe. Çimkî ev guherîn wê heta hilbijartinê dewam bike û ew meseleya betilînê min ji bo hemûyan gotibû."
- "Heke em faîzê nexin gelek mûsîbet li benda me ne"
Erdogan li ser mijara faîzê sekinî û wiha pê de çû: "Ketina faîzan, ez eşkere bibêjim, hê li gor dilê me nîne. Heke em faîzê nexin, serkeftî nebin, hûn bizanibin ku gelek mûsîbet li benda me ne. Heke li welatekî faîza piyaseyê ji sedî 20 be gelo veberhênerek wê bikaribe veberhênanê bike, îstixdam dikare zêde bibe? Zêde nabe. Em ê piştra jî rastî lanetê werin. Em nikarin bi hişên faîzkar ra, bi helwesta lobiyên faîzê ra gav bavêjin, heke em bi wan ra gav bavêjin, em ê tenê wan îhya bikin."