24 Sibat 2017•Rojanekirin: 25 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim di "Merasima Vekirina Projeyên Hawirdorê" da axivî ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Navenda Kongre û Çandê ya Kuliyeya Serokomariyê li dar xist.
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku ew ê 120 tesîsan vekin û wiha got: "Pirsgirêkeke hikûmetên AK Partiyê heye, kar zêde ne lê ji bo merasimên vekirinê dem tune. Ji ber vê em jî karên xwe sed û sed dixin part û wisa merasima vekirinê li dar dixin. Berê di dema îqtidarên zeyîf da digotin 'Yaw kaniyek tune? Ca tiştekî bibînin ku em herin vekin'. Walî û qaymeqam bêhizûr dikirin lê belê nika ji Xwedê ra şikur dem namîne ji bo vekirinê. Hejmara berheman wisa zêde ye, proje wisa zêde ne ku dem namîne şikur."
Ji bo 81 bajarî 955 milyon veberhênan
Yildirim der barê veberhênanên ku li 81 bajarî tên kirin ên ku nika vedikin da jî diyar kir ku 955 milyon pere xerc kirine.
"184 deşt wek erdên sît hatin îlankirin"
Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku ji bo 5 hezar gundî daristana dahatê ava kirin û wiha pê da çû: "Nika em dibêjin 'Tu vê derê hilde lê daran daçikîne'. Li vê derê mezin bike û pê qezencê bike. Nika me biryareke teze sitand. Milet diçe li erdên bi ber û bereket xaniyan û fabirqeyan çêdike. Guneh e, heyf e. Ciyên berwarî, kêmbereket di dewsa xwe da disekinin. Nika wezareta me ya çandiniyê biryarek sitand. Li tevahiyê Tirkiyeyê 184 deşt hene. Em van deştan wek sîtên erdên cotkariyê îlan dikin. Xêncî cotkariyê li van deran tu tiştekê neyê kirin. Ev ji bo ber û bereket ê zehf girîng e.
"Bi tenê Tirkiye têkoşînê dide"
Yildirim bangî welatiyên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rijhilatê kir û wiha pê da çû:
"Hûn bi nasnameya xwe va bi rûmet bin. Hûn kurd in, kurdtiya we ji bo we anor e, lê belê tu derdekî PKKya rêxistina terorê ji bo we tune. Karê wan bi tenê ew e ku jiyanê li we têxin kureder. Nabêjin zarok an kal û pîr. Li Wêranşehrê zarekî 11 salî şehît kirin. Notirvanekî li wê derê şehît xistin. Tu derdekî wan ê ji bo kurdan tune. Ya rastî pirsgirêka terorê ya welatiyên me yên kurd heye. Em ê vê pirsgirêkê ji holê rakin. Şikur ji Xwedê ra êdî radibe jî."
Serokwezîr Yildirim diyar kir ku di heman demê da li dijî 3 rêxistinên terorê têkoşînê didin. Li dijî FETO, PKK û DEAŞê têkoşîneke mezin didin.
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da got, "Dinya wek ku tu dibê li dijî DEAŞê têkoşînê dide xanê dike. Bi rastî kesekî ku têkoşînê dide tune. Bi tenê Tirkiye têkoşînê dide. Bi Herekata Mertalê Feratê va elhemdulîllah Bab jî hel kirin û gelê wê derê dest bi jiyana xwe ya normal kir. Me di 5 salan da 3 milyon penaber xweyî kir. Dîsa di 5 salan da 50 merivên ku derketin rêya behrê ji mirinê xilas kir."
Ji ku derê hatin ku derê
Yildirim bal kişand ser xebatên hikûmetê û wiha axivî:
"Me di nav 15 salan da Tirkiyeyeke teze ava kir. Di lîderiya Birêz Serokomarê me da ji bo îhyakirina welat, bajar û însanan me hemleyeke girîng da destpêkirin. Bi gotina Cemîl Merîç ji bo jiyana dareke çinarê ye ku koka wê di erdê da ye me wezîfe hilda ser xwe û hatin vê rojê."