13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya fitara MUSÎADê ya li Stenbolê hat kirin bû.
Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser mesrefa ku ji bo penaberan hatiye kirin û got di nav 6 salan da ji bo penaberan 10 milyar dolar hat xerckirin û wiha dewam kir:
"Bi qasî wî jî şaredariyên me, STKyên me kir. Ma ji wan kêm bû? Xwezî me xizmeteke ji vê baştir, ji vê xweştir karibûya bikira, xwezî me wan ne di çadiran da di konteyneran da bihewanda. Evana nabin sedema têk çûnê, mirov bi vana tiştekî winda nake, mirov bi ser dikeve. Destkeftiyên mirov zêde dibin. Înşallah rojên xweştir li pêşiya me ne."
Erdogan got ku wekî welat, wekî milet mafê me tine ku em pişta xwe bi mezlûman va bikin û wiha dewam kir: "Çiqas hevpar zêde bibin bi wî qasî bereket jî çêdibe û zêde dibe. Di meha Remezanê da divê em bi vê hişmendiya bijîn. Ev ji bo me hemûyan wê destkeftiyek be. Divê di serî da em mihtacên li derûdora xwe bibînin, piştra eqreba û nasên xwe bibînin û em mêvanên li welatê xwe yên ji Iraq û Sûriyeyê hatin xwedî derbikevin."
-Em ê bi hêzeke nû û bi lez berbi hedefên xwe yên 2023yan va herin
Erdogan diyar kir ku ji ber bûyerên di salên dawîn da diqewimin, aboriya welêt zirarê dît lê piçûk nebû û wiha xeberda: "Bûyerên Parka Geziyê, hewldana derbeyê ya di 17-25ê kanûnê da, çalakiyên rêxistina terorê ya cihêxwaz, du hilbijartinên ku li ser hev du hatin kirin, geşedanên li Sûriyeyê, qeyra balafirê ya ku bi Ûris ra çêbû bi rastî em ji ber van hemûyan aciz bûn. Înşallam em ê van hemî bûyeran li dû xwe bihêlin, bi lez û bez ber bi hedefên xwe yên sala 2023yan va bimeşin."
-Miletê me rûyê rast ê evana dît
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Em zanin ku hin kesên ku ji van bûyerên ku qewimîn dersa xwe hilnedan hê jî li dibistanan, li zanîngehan hewl didin ku xwendekaran tehrîk bikin. Dixwazin miletê dîsa bêhizûr bikin. Lê miletê me êdî rûyê rast ê evana dît. Rêxistina terorê ya cihêxwaz û piştgirên wê yên siyasî êdî nikarin li herêmê derbikevin derva. Miletê me li hemberî hemî piştgirên rêxistina terorê bertek nîşan dide."
Serokomar Erdogan di dawiya axaftina xwe da got: "Têkoşîna me ya bi terorê ra, operasyonên dijî terorê, heta ku aramî û sikûn pêk neyê wê dewam bikin. Bila hemû bi vê zanibin. Em ê destûrê nedin 3-4 talankeran ku aramî û ewlekariya welatê me xirab bikin. Ev aramî û ewlekarî bi xwîn, bi can, bi fedekariya ewladên me hatiye bidestxistin."