Türkan Tosun
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 22 Hezîran 2018
MOSKOVA
Kupaya Dinyayê FIFA 2018 li Rûsyayê dewam dike, lê fitbolhezên ku bilêtên wan tunene ku pêşbirkan temaşe bikin jî hewl didin bilêtan bikirin.
Kesên bilêtên wan tunene beriya pêşbirkan tên stadê li ser kaxizekê "Pêdiviya min bi biletê heye, ez biletê dixwazim" dinîvisin û hêvî dikin biletan bibînin û pêşbirkan temaşe bikin.
Hin kes li ser kaxiz bihayê biletê ya ku ew çiqasî dikarin bidin jî dinîvîsin.
Li Moskovayê beriya pêşbirka Arjantîn-Îzlandayê ya li Stada Spartakê bê lîstin ji bo biletekê 500 dolarî bigre heta 1000 dolarî daxwaz hat kirin.
Qasî fitbolhezan kesên ku dixwazin ji van bilêtan kar bikin jî der û dora stadyuman digerin.
Wisa xuya dike ku heta pêşbirk biqedin ev dîmen wê gelek caran derkevin holê.