23 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2016
ANKARA
Di Biryarnameya Hikmê Qanûnê da ku Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê rê, rêzik û tevdîrên ku di têkoşîna dijî terorê û hewldana derbeyê da hewce dikin tên destnîşankirin.
Di biryarnameyê da hat diyarkirin ku di rewşa derasayî da hin tevdîrên ku hewce dikin do di Lijneya Wezîran da di serokatiya Serokomar da hatine eşkerekirin.
Bi biryarnameya di hikmê qanûnê da di çarçoveya tevdîrên ji bo rewşa derasayî hatin hildan da 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 45 saziyên perwerdeyê, wargeh û pansiyon, hezar û 229 weqf û komele, 19 sendîka, federasyon û konfederasyon û 15 saziyên perwerdeya bilind ên weqfan ku bi FETOya ji bo ewlehiya neteweyî talûke ye ra têkildar in hatin girtin.
Bi biryarnameyê mal û milkên weqfên ku hatin girtin bêyî bedel dikeve destê Midûriyeta Giştî ya Weqfan, mal û milkên saziyên perwerdeya bilind, saziyên tenduristiyê û navendên lêkolînê yên ku hatin girtin bêyî bedel derbasî Xezîneyê dibe û ji ber deynê van saziyan kes nikare ji Xezîneyê daxwaza heq bike.
Xwendekarên saziyên dibistana bilind ku hatine girtin bi destê Lijneya Perwerdeya Bilind wê di zanîngehên dewlet û weqfan da bên bicîkirin. Heta ku xwendekar mezûn bibin wê zanîngeh heqê perwerdeya wan bide. Biryar û rêvebirin di vê mijarê da ya Lijneya Perwerdeya Bilind e.
- Endamên darazê
Der heqê kesên ku endamên rêxistinên terorê ne an jî endamê rêxistin, kom û tevgerên ji aliyê Lijneya Ewlekariya Neteweyî va wek yên bi zirar hatine eşkerekirin û yên bi wan ra eleqeya aboriyê hene da; heke endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn bin Lijneya Dadgeha Qanûna Bingehîn, heke endamên Daraza Îtirazê bin Lijneya Daraza Îtirazê ya Ewil, heke endamên Daniştayê bin Lijneya Serokatiya Daniştayê, ku dadger an jî dozger bin Lijneya Gişkî ya Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran, heke endamên Sayiştayê bin bi destê Serokatiya Sayiştayê û alîkarên serok lijnekeye bê avakirin û biryarê were dayîn.
Ew ê pasaportên xisûsî û rusqeta çekên kesên ku ji wezîfeyê bên avêtin werin betalkirin û ev kesê di 15 rojan da ji lojmanên dewletê bên derxistin.
- Dema binçavkirinê
Li gor biryarnameya di hikmê qanûnê da ya di çarçoveya tevdîrên ji bo rewşa derasayî hatin hildan da di dema dewamkirina rewşa derasayî da wextê binçavkirinê da xêncî wextên derdestkirin, birin û anîna dadgeriyê, heke tiştekî mecbûrî tunebe ji 30 rojî derbas nabe.
- Cardin nikaribin bikevin karên kamuyê
Bi biryarnameya qanûnê ya ku ji bo tevdîrên OHALê hat derxistin û di Rojnameya Fermî da hat weşandin xebatkarên kamuyê û kesên ku endamtiya wan bi komên rêxistinê terorê û komeleyên li gor Saziya Ewlehiya Neteweyî ji bo ewlehiya neteweyî talûke ne heye, wê ji kar werin derxistin û cardin nikaribin bikevin karên kamuyê.