06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Midûriyeta Giştî ya Pîşesaziya Lokomotîf û Motorê ya Tirkiyeyê AŞyê (TULOMSAŞ) ji bo ku di Projeya Trêna Neteweyî da îstixdam bike, wê 30 endazyarî bistîne.
Li gorî agahdariya ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Midûriyeta Giştî ji bo ku di Projeya Trêna Neteweyî da îstixdam bike, 20 jê endazyarên makîneyê, 10 jê jî endazyarên elektrîk-elektronîkê bi tevahî wê 30 endazyarî bigre û bona vê jî wê azmûna nivîskî û devkî were kirin. Xêncî pesendkirina damezrandinê wê hemû teblîxat ji ser adresa "http://www.tulomsas.com.tr"yê bên kirin.
Serîlêdan wê di 10ê tîrmehê da dest pê bike û herwiha di 23yê tîrmehê da jî bidawî bibe. Azmûn jî wê di 27ê tebaxê da li Fakulteya Endazyarî û Mîmariyê ya Zanîngeha Eskîşehîr Osmangaziyê were kirin.
Lîsteya namzedên serkeftî wê li ser adresa "http://www.tulomsas.com.tr"yê were ragihandin û herwiha wê teblîxata nivîskî ji kesên ku hatin bicihkirin ra were şandin.