14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
BRUKSEL
Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canîklî bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re hevdîtin kir. Canîklî wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 20.00an de bi Wezîrê Parastina Amerîkayê James Mattîs re bê bal hev.
Canîklî ji bo beşdarî Civîna Wezîrên Parastinê ya NATOyê bibe li Baregeha NATOyê ya Brukselê ji hêla rayedarên Nûnertiya Daîmî ya Tirkiyeyê û yên NATOyê ve hat pêşwazîkirin.
Wezîr Canîklî ewil bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re hevdîtin kir.
Canîklî paşê wê bi Wezîrê Parastina Amerîkayê James Mattîs, Wezîrê Parastina Fransayê Florence Parly, Wezîrê Parastina Îngiltereyê Gavîn Wîllîamson û Wezîrê Parastina Îspanyayê Marîa Dolores de Cospedal re hevdîtinê bike.
Hevdîtina Canîklî û Wezîrê Parastina Amerîkayê Mattîs wê bi saeta Tirkiyeyê di saet 20.00an de dest pê bike.
Di hevdîtinê de wê behsa Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li herêma Efrînê dijî PKK/PYDya rêxistina terorê daye destpêkirin û geşedanên herêmê bên kirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Canîklî paşê wê beşdarî Rûniştina Wezîrên Parastinê ya Civîna Konseya Atlantîka Bakur bibe.