ekîp
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
HEWLÊR
Wezirê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ew aramî û aştiya herêmê dixwazin û wiha axivî: "Em piştigiriyê didin yekîtiya axa Iraqê. Em her tim bi eşkere mafên rêvebiriya herêma kurd û birayên me yên kurd diparêzin."
Çavuşoglu piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li Hewlêrê Hotela Dîwanê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Wezîr Çavuşoglu got wî li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Fuad Mesûm, Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî û Serokê Meclisê Selîm el-Cuburî re hevdîtinên baş kirine, li Hewlêrê jî bi Barzanî re der barê têkoşîna dijî DEAŞê, PKKyê û mijara referandumê de axivîne.
Çavuşoglu got wî fikrên xwe yên der barê referandumê de bi eşkere ji Barzanî re gotine û wiha axivî: "Em aramî û aştiya vê herêmê dixwazin. Em piştigiriyê didin yekîtiya axa Iraqê. Em her tim bi eşkere mafên rêvebiriya herêma kurd û birayên me yên kurd diparêzin. Referandum wê aramî û îstiqrarê nede herêmê. Demek berê jî li Kerkûkê di saziyên kamuyê de ala hatin daliqandin ku ev jî li gor me ne rast e, referandum jî wê baş qenc nebe."
- "Em ji bo aramî, îstiqrar û aştiya hemû herêmê li mijarê dinihêrin"
Wezîr Çavuşoglu li ser pirsa "Tirkiye wê piştgiriyê bide Kurdistaneke serbixwe ya ku li HKIyê bê avakirin?" wiha axivî:
"Me ji bo îstiqrara herêmê pir hewl da. Herwiha me her tim ji bo bihêzkirina rêvebirî û aboriya herêmê hewl da û ji bo pêşvebirina peywendiyên dualî me xebat kirin. Bi birayên me yên kurd re tu pirsgirêka me tuneye. Pirsgirêka me bi PKK û YPGyê re heye. Jixwe PKK û YPGya li herêmê (Iraqa Bakur) bela serê kurdên li wir e, dijminê rêveberiya herêmê ye jî. Lê belê em li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, li Iraqê birayên xwe yên kurd û PKKya rêxistina terorê wekî hevdu nabînin. Me her tim mafên birayên xwe yên kurd jî parast. Berê jî wextê rejima Baasê bi çekên kîmyayî êrîş bir ser birayên me yên kurd jî em li birayên xwe xwedî derketin. Gelek pêşmerge û birayên me yên kurd hatin Tirkiyeyê. Tirkiye her gav mala wan a duduyan e, di vê meseleyê de pirsgirêk tuneye."
Çavuşoglu wiha dewam kir:
"Vaye hindik ma Projeya TANAPê xilas bibe, Projeya Turk Akimiyê dest pê dike. Li vê herêmê hevkariya me heye lê belê ev ne tenê meseleya Tirkiyeyê an pirsgirêka vejenê ye. Ev mesele meseleya îstiqrar û ewlehiya herêmê ye. Yanê ji ber vê yekê rîskên cidî derdikevin holê. Em vê bi eşkereyî dibêjin. Em ji aliyê berjewendî û serxwebûnê ve nêzî meseleyê nabin. Li vê derê ji nijadên din jî meriv hene. Em mecbûr in mafê tirkmenan jî biparêzin."
- "Em dixebitin ku pirsgirêkê çareser bikin"
Rojnamevanekî got "Heke Herêma Kurdistanê referandumê bike gelo Tirkiyeyê sînoran bigre?" li ser vê Çavuşoglu wiha axivî:
"Me tu şertek neda pêşiya wan. Me ji herdu aliyan (Hewlêr-Bexda) jî xwest ku pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin. Biryara referandum ya ji bo cihêbûnê fikreke rind nîne. Eleqeya vê bi bazirganiyê me ra tune. Em piştgiriyê didin HKIyê, kurdên birayê xwe û yên din jî. Me tu şertek neda pêşiya wan. (Girtina deriyên sînor) Em hê nehatin wê astê lêbelê em bi herdu aliyan ra jî diaxivin û hewl didin ku pirsgirêkê çareser bikin."
Çavuşoglu diyar kir ku di hevdîtina Barzanî da li ser têkoşîna dijî terorê axivîn û wiha pê da çû: "Hem PKK hem jî DEAŞ bi tenê ji bo me tehdîd nînin ji bo hemûyan dijmin in. Di heman demê da dijminê Hikûmet û gelê Iraqê ne. Herdu jî dijminê Herêma Kurdistanê ne. Hedefa ewil rêveberiya herêmî ye hedefa duduyan jî Tirkiye ye. Li dijî van rêxistinên terorê dibê em bi hev ra têkoşînê bidomînin. Di vê mijarê da biryardarî û îradeyek heye. Min di ziyaretê da ev dît."
Wezîr Çavuşgolu got ku di temasên Bexda û Hewlêrê da li ser rewşa tirkmenên li wan deran jî axivîn û wiha pê da çû: "Lewra hin fikarên wan jî hene. Me firsend dît û ji devê wan fikarên wan bihîst. Hêvî jî hene. Me ew jî li Bexda û Hewlêrê anî rojevê. Lêbelê em bi tenê ji aliyekî va li Bexda, Iraq an jî Hewlêrê mêze nakin. Em di nav tirkmenan da cudakariya şiî an suniyan nakin. Em li dijî cudakirina kurd û ereban ne jî. Hezkî bira şiî, sunî, xiristiyan, hezkî bira kurd, tirkmen û ereb bin hemû gelên iraqê birayê me ne. Em dixwazin ku ev yekîtî û bihevrabûn dewam bike."