29 Tebax 2017•Rojanekirin: 30 Tebax 2017
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê cenazeyê 3 karkerên ku di êrişa terorîstên PKKî ya li ser xebatkarên çêkirina rêyê da hatibûn kuştin hat binaxkirin
Terorîstên PKKî li Dugundagiya herêma Ortabaga gundê Uludereyê êrişî xebatkarên çêkirina rêyê kiribûn û di êrişê da Cangîr Yilmaz (30), Ramazan Yakut (37) û Kadîr Oslu (24) yên karker kuştibûn.
Cwnazeyê kuştiyan ji bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Uludereyê hildan û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî otopsiyê li Fermandariya Tumena Sînor a Cendermeyan ya 23an ji bo karkeran merasim hat lidarxistin. Piştî merasimê cenaze birin gundê Ortabagê, li meydana gund nimêja wan hat kirin û paşê jî hatin binaxkirin.
Malbatên karkeran li ser mezelan giriyan û avêtin ser wan.
Başçawîş Ahmet Ozturkê Fermandarê Qereqola Gulyaziyê, malbatên karkeran û gelê gund beşdarî merasima cinayan bûn.