İbrahim Atmaca
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
BÎLECÎK
Li Bozuyuka navçeya Bîlecikê texsiyekê li cewrika rovî da û giran birîndar kir.
Li gor agahiya ku hat hildan, welatiyan li ser rêya Bozuyuk û Bîlecikê cewrikeke roviyan dît û lê nihêrîn ku birîndar e. Welatiyan li ser vê cab da rayedarên Şaredariya Bozuyukê.
Ekîba veterîneran li ser êxbarê çû cihê bûyerê û midaxaleyî cewrika ku giran birîndar bûye, kir.
Cewrik hat kontrolkirin û paşê birin Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya Heywanên Sikakê ya Bîlecikê.
Hat gotin ku cewrika rovî wê were tedawîkirin û mehekê şûnda were berdan.
Midûrê Navendê Nedret Avci wiha got: "Wesayîtê li Bozuyukê li cewrika rovî da ye, cewrik anîn navenda me ya xwedîkirinê. Hat tesbîtkirin ku di bedena wê da şikestin hene. Birînên cewrikê hatin dirûtin, derman danê. Me cihê şikestî hilda alçiyê. Mehekê şûnda wê were berdan. Vê gavê rewşa wê ber bi başbûnê va diçe."