Önder Beyter
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
ANKARA
Partiya Komarî ya Gel (CHP) xeber da Lijneya Bala ya Hilbijartinê (YSK) û Dezgeha Radyo Têlevîzyona Tirkiyeyê (TRT) ku ew ê mafê xwe yê axaftinê neemilîne.
Di daxuyaniya Yekeya Çapemeniyê ya CHPê da wiha hat gotin, "Ji ber ku di hemû radyo û têlevîzyonên TRTê da heya niha weşanên yekalî tên kirin, rêgezên weşana objektîf nayên bicihanîn û li hemberî partiyên siyasî û namzedên wan miemeleyeke wekhev nayê kirin, Partiya Komarî ya Gel bi rêya Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê Partiyê Bulent Tezcan va xeber da YSK û TRTê ku ew ê mafê xwe yê axaftinê neemilîne."