ekîp
23 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got ew bi Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Îbrahîm Ceferî re li ser mijara kampa Başîkayê axiviye û wiha axivî: "Başîka ji bo yekîtiya ax û sînorên Iraqê îxlal bike nehat avakirin."
Çavuşogluyê ku çû Iraqê hin hevdîtinên fermî bike bi Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Ceferî re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa ew hevdîtinên di navbera Bexda û Hewlêrê de çêdibin çawa dinirxîne Çavuşoglu got pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê divê li gor çarçoveya yekîtiya ax û sînorên Iraqê bi rêya diyalogê bên çareserkirin.
Çavuşoglu got dayîna mafên Hewlêrê yên ku di zagona Iraqê de derbas dibin girîng e, Tirkiye piştgiriyê dide HKIyê û di têkoşîna li dijî DEAŞê de jî wan perwerde daye hêzên pêşmergeyan.
Wezîr Çavuşoglu anî zîman wan ji HKIyê re gotiye gavên xelet yên ku tên avêtin divê neyên avêtin û wiha deam kir: "Li Kerkûkê dijî zagona Iraqê di saziyên fermî de daliqandina alayên rêvebiriya herêmî şaş e. Dîsa biryara referandumê jî şaş e û emê di ziyareta xwe ya Hewlêrê de cardin vê bibêjiin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi dikeve li ser milê me em hewl didin ku bikin. Di vê mijarê de heke ji herdu aliyan va jî daxwazek were emê wezîfeya xwe û rola xwe pir baş û bi awayek erênî bikin."
- "Biryara der heqê Başîkayê de em ê bi hevdu re bidin"
Çavuşoglu li ser pirsa der barê alîkariya wê bidin Mûsilê û baregeha Başîkayê ya Tirkiyeyê de got: "Em digel birayê xwe Caferî li ser meseleya Başîkayê sekinîn, me mijar bi awayekî şefaf û semîmî nirxand. Başîka ji bo îxlalkirina sînor û perçekirina axa Iraqê nehat avakirin."
Çavuşoglu bi bîr xist ku Tirkiyeyê alîkarî daye operasyona Mûsilê jî herwiha baregeha li wir vê gavê wezîfeyên ku rêvebiriya Iraqê dide bi cî tîne.
Çavuşoglu wiha dewam kir: "Wexta ziyareta Birêz Serokwezîr Yildirim jî di deklarasyona hevpar de jî hat gotin ku 'Biryara der barê fonksiyon, stratejî û pêşeroja kampa Başîkayê de em ê gel hev bidin."
Herwiha Çavuşoglu bi bîr xist ku nûnerên taybet ên li ser vê mijarê disekinin hevdîtinên teknîkî didomînin.
- PKK neyarê hevbeş yê Iraq û Tirkiyeyê ye
Li ser pirsa "Tirkiye di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da ji Iraqê çi hêvî dike" Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva wiha got: "Him DEAŞ û him jî PKK neyarê hevbeş yê Iraq û Tirkiyeyê ye. Bi heman awayî rêxistinên terorê yên din jî eynî ne. Ji bo îstiqrar û hizûra Iraqê divê ji rêxistinên terorê bên paqijkirin. Heger em bi stratejî û hevkariyê tevbigerin wê Iraq ji rêxistinên terorê xilas bibe."
Çavuşoglu der barê hevkariya aboriyê ya herdu dewletan da jî destnîşan kir di pêş da wê Civîna Konseya Hevkariyê ya Stratejîk a Bilind di mazûvaniya Tirkiyeyê da bê çêkirin.