09 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2017
BÎTLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê ji ber serma û zivistanê gola Nazikê cemidî. Ciwanên navçeyê li ser golê futbolê dilîzin.
Li gundê Dîlburnuyê ciwan guh nadin sermayê û talukeyê li ser gola Nazikê ya ku ji ber sermayê qerisiye futbolê dilîzin.
Erkan Kardoganê ku li gund dijî got ku zivistanê ew li ser golê futbolê dilîzin û dema xwe wisa derbas dikin.
Mehmet Ogur jî got ku ji ber sermayê golê qeşa girtiye û wiha axivî: "Li gund qadeke futbol bê lîstin tune. Bi tenê ev der ji bo lîstina futbolê musaît e. Gol sê mehan qeşa digre. Dema ku havînê qeşa dihele, vê carê em ji golê masiyan digrin."