Nihat Kavşut
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
GUMUŞHANE
Li Gumuşhaneyê 4 dizên ketin malekê û gelek zêr dizîn bi operasyonê hatin qefaltin.
Li gor agahiyan A.K.yê 27ê kanûnê ji bona kekê xwe yê li Girtîgeha Tîpa Eyê ya Gumuşhaneyê ji ber diziyê girtî ye ziyaret bike ji Diyarbekirê tê Gumuşhaneyê tevî hevalên xwe F.Ç., E.E. û H.Ç. li Gumuşhaneyê dimînin.
A.K. û hevalên xwe li taxa Înonuyê li ser kolana 15ê Sibatê kilîda maleke li qata duduyan dişkînin û gelek zêran didizin.

Li ser xebera xwediyê malê ekîbên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Midûriyeta Ewlehiya Gumuşhaneyê hatin ciyê bûyerê û ji kamerayên ewlehiyê diz û wesaîta pê revîn tesbît kirin û hildan teqîbatê.
Ekîbên ewlehiyê tesbît kirin ku diz bi wesaîteke taybet diçin Diyarbekirê û li texma bajêr wesaîta diz dan sekinandin.
Li gor agahiyan di lêgerînê da ji wesaîtê zêrên hatine dizîn û hacetên pê derî vedikin hatin dîtin.
Dizên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê kirin.
Wek mayîn hat tesbîtkirin gumanbar li bajarên curbecur dizî kirine.