24 Gulan 2016•Rojanekirin: 25 Gulan 2016
ANKARA
Daîreya Hiqûqê ya 18emîn a Daraza Bilind biryara Dadgeha Hiqûqê ya Silhê ya 12emîn a Enqereyê ya ku ji bo MHPyê biryara kongreya derasayî dabû bi yekdengî tesdîq kir.
Daîreyê lêkoşîna temyîzê ya biryara Dadgeha Hiqûqê ya Silhê ya 12emîn a Enqereyê ya wekî bila "Heyeta Bangê ya Kongreyê" bê avakirin û partiyê kongreya derasayî bê kirin, temam kir.
Mustafa Aysalê Serokê Daîreya Hiqûqê ya 18emîn a Daraza Bilind biryar eşkere kir. Daîreyê biryara Dadgeha Hiqûqê ya Silhê ya 12emîn a Enqereyê ya wekî MHP derasayî kongreyê bicivîne tesdîq kir.
Hember biryara daîreyê nikarin ku daxwaza verastkirina biryarê bikin. Daîreya Hiqûqê ya 18emîn a Daraza Bilind dê hinceta xwe ya der heqê biryarê de di nav çend rojan de temam bibe û bişîne dadgeha herêmî.
Bi vê biryarê dê bi banga heyeta ku Dadgeha Hiqûqê ya Silhê ya 12emî a Enqereyê ji bo berhevkirina kongreya derasayî peywirdar kir bikarin kongreyê bikin.