27 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Rûsipî û pêşhatiyên ji Iraqê bertek nîşanî êrîşên PKK, PYD û DEAŞa rêxistinên terorê dan û destnîşan kirin ku zirareke mezin didin misilmanan.
Rûsipiyên ku li ser banga Yekîtiya Medrese û Aliman (ÎTTÎHAD) hatin Tirkiyeyê geşedanên li Iraqê û operasyona Mûsilê nirxandin.
Şêx Ebas El Kurdiyê berpirsiyarê Iraqa Rojavayê ya Tevgera Îslamî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gelek kêfxweş e hatiye Tirkiyeyê.
Kurdî ragihand ku DEAŞ û PKK di mijara tundrawiyê da yên herî xirab in û wiha pê da çû: "Di îslamiyetê da tundrawiya herî xirab a DEAŞê ye. DEAŞ çawa ku deran serobino dike PKK û PYDya di bin tesîra sosyalîzmê da jî deran xera dikin. Divê em zêde tundraw nebin û heke em bibin jî wê sosyalîzma PKK û îslama DEAŞê derbikeve holê. Em misilman divê bikaribin navberê bibînin û li hev bikin. Li Şam û Iraqê DEAŞ bûye bela serê ehlê sunetê. Ew wek ceza li wan hatiye birîn. Heman rewş ji bo me kurdan jî bi navê PKKê heye. Çawa ku DEAŞ bela serê me suniyan e bi heman awayî PKK jî bela serê me kurdan e."
-"Texrîbata ku milîsên şiî dikin wek ya DEAŞê ye"
Kurdî bi bîr xist, bi dehan welat bi behaneya ku wê midaxaleyî Mûsilê bikin va li Iraqê ne û îdia kir ku li ser şerê li Mûsilê peyman hatiye çêkirin û planên pir qirêj hene.
Kurdî destnîşan kir, Tirkiye ji bo ku lîstika li wê derê têk bibe, dixwaze beşdarî operasyonê bibe û wiha dewa kir: "Tikrît, Fellûce, Ramadî û gelek bajarên din du sal berê ji DEAŞê hatin xelaskirin, lê gel hê nikare bikeve van deran. Sedema ku Tirkiye dixwaze tevlî Mûsilê bibe, ev e. Milîsên şiî jî mîna DEAŞê texrîbatê dikin. Tirkiye ket vê mijarê û înşeallah gelê Mûsilê wê sax silamet vegerin malên xwe."
Kurdî bal kişand ku gelê Mûsilê di nav şer da maye û wiha dewam kir: "Gel di navbera şerê DEAŞ û milîsên şiî (Heşda Şabî) da maye. Artêşa ku behsa wê tê kirin, di eslê xwe da artêşa Iraqê nîne. Koka artêşa Iraqê di 2003yan da hat qelandin. Ev artêş jî ji mezhebê pêk tê. Hemû gelê Iraqê temsîl nake."
- "Em li cem Tirkiyeyê ne"
Nazir Reşîdê ku li Hewlêrê dijî û di heman demê da rîspî ye, got ku tiliya cihû û DYAyê di nava hemû xirabiyên ku li dinyayê rû didin da heye.
Reşîd îdia kir ku geşedanên li Sûriye û Iraqê, beşek ji sênaryoya DYAyê ye û wiha got, "Li wan deran malên misilmanan tên talankirin, namûsa jinan tê payîmalkirin."
Reşîd got ku şerê li Mûsilê di rastiyê da "bazirganiya Mûsilê ye" û wiha pê da çû:
"DEAŞê bi kar tînin, Ramadî, Tikrît û Fellûce bi erdê ra yek û yeksan kirin. Ciyên ku DEAŞ lê ye ciyên ku sunî lê dijîn in. Ciyên ku sunî lê dijîn jî pêtrol zêde heye. Bi tenê senaryoyekê dilîzin û di senaryoyê da hatin asta 2yan. Ji ber ku dema koma ku bi kar dianîn derbas dibe nika bazirganiya wê dikin. Di dawiya dawîn da ew ê Mûsilê parçeparçeyî bikin. Sedema ewil jî ew e ku em misliman di tefrîqayê da ne."
Reşîd bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ku tê da neheqî dikir û wiha axivî: "Em li aliyê Tirkiyeyê ne. Tirkiye ji hemû mislimanan ra deriyê xwe vedike û serokê wê jî serokekê wisa ye. Bi tenê dewletek heye ku rêya ehlê sunetê diparêze ew jî Tirkiye ye."