25 Adar 2017•Rojanekirin: 25 Adar 2017
ANTALYA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Birêz Turel li ciyê ku lê mabû dîsa dest pê kir. Bawer dikin meriv nikare 5 bizinan teslîmî van bike, ew ê winda bikin, wek ku ev avahiya winda kirin. Xwedêkirî zû lê zivirin û di ku derê da winda bibû dihat zanîn û hat çêkirin."
Serokomar Erdogan beşdarî merasima vekirina avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê bû û li vê derê axivî û welatiya slogana xwe da gotin "Serî berjêr neke li piya bisekine". Li ser vê Erdogan got, "Di wê mijarê da qet nekevin fikaran. Ez her tim dibêjim, em xêncî Xwedê Teala li ber tu kesî serî berjêr nakin û naçin secdeyê."
Serokomar Erdogan diyar kir ku maliyeta avahiyê 70 milyon lire gort û wiha pê da çû: "Dibê em li vê derê tiştekî bibînin. Birêz Turel piştî xwe eva avahiya teslîmî kê kiribû? Paşê gelê Antalyayê dîsa vegeriya û Birêz Turel hilbijart û di rêya xwe da dewam kir. Ya rastî ev nêrîna xizmetên li tevahiyê Tirkiyeyê nîşan dide. Ev derdikevine holê û dibêjin nizam çito bûye. Hûn me bi berhemên me va dibînin."
Erdogan bangî ciwanên li merasimê kir û got, "Kesên ku rêya parlementoyê li we dibirin dixwazin bibirin hene. Dibêjin 'Ma em ê zarokan xweyî bikin?' Em bi ciwanên xwe bawer dikin. Emrê hilbijêriyê 18, yê zewacê 18, yê sûc 18. Tu ji hemûyên wan ra dibêjî erê lê ji bo emrê parlementeriyê ra dibêjî na bira ji 25an danekeve 18an. Tu naxwazî ciwan jî têkevin vê pêşbaziyê."
Serokomar Erdogan bal kişand ser referamdumê û wiha pê da çû: "16ê Nîsanê helbet wê ji bo wan kesên pereyên di bêrika vî miletê da bû dizîn û bi qeweta heq nekirbûn va desthilatdarî ava kirin, bibe kabûs. Ji ber vê naxwazin. Lê 16ê Nîsanê ji bo pergala hikûmetê ya serokomariyê ya ku wê îstiqrar û ewlehiyê bixe bin garantiyê, Tirkiyeyê bigihêje hedefên xwe yên 2023an û di nav deh aboriyên herî mezin ên dinyayê da cih bigire jî roja dewetê, roja cejnê ye."
Erdogan diyar kir ku sîstema hikûmetê ya serokomariyê ew ê kêrî Tirkiyeyê bê û wiha axivî: "Bi vê sîstemê olîgarşiya burokratîk ya ku li pêşiya hemû tiştan astengiyê derdixe û hêzên ku wesayetê diparêzin tê şikandin. Dibêjin 'demokrasiya parlamenteriyê' esil ev sîstema wesayetê ye. Em pişta vê dişikînin, niha ew ji ber vê aciz in."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku mixalefetê hê sîstema hikûmeta serokomariyê fehm nekiriye, ser da jî tiştên derewa dibêje û wiha got, "Kiliçdaroglu dibêje çi, 'Ew ê 100 kesî wek alîkarê xwe tayîn bike'. Dibêje 'Ew ê 500 wezîrî tayîn bike'. Yaw ji gelê min ra derewên wiha neke. Mijareke wisa tune. Çaxê ku em hatin ser wezîfeyê hikûmet ji 36 wezîran pêk dihat. Em hatin me daxiste 25an. Dirust be dirust. Em vî karî baş dizanin. 14 sal e me welat ji ku anî ku eşkere ye. Lêbelê tu van karan fehm nakî. Dibê hê jî li ser bixebitî. Mantiqa wî karî heye. Serokomarê alîkarekî, 2 alîkaran herî zêde 3 alakaran tayîn bike. Hejmara wezîran jî ew ê qasî berê be û li gor hewcedariyê dibe ku kêm be jî zêde be jî."