Abdullah Tel
01 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2018
ANKARA
Ajansa Anadoluyê (AA) wêneyên bûyerên ku di sala 2018an da bal kişandine ji bo dengdayînê vekir.
Di encama dengdayînê da ji nav wêneyên ku nûçegihanên wêne û nûçeyan ên AAyê kişandine li Tirkiye û dinyayê deng vedane wê ji sê kategoriyan "Wêneyên Salê" bên hilbijartin.
AAyê cara ewil ji bo kifşkirina "Wêneyên Salê" di sala 2012an da gav avêt.
Di pêşbaziya îsal da tevlî Tirkiyeyê ji Suriye, Filistîn, Rûsya, Almanya, Spanya û cihên din ên dinyayê jî wêneyên hatine kişandin cih digirin. Ji bo wêneyên salê ji nav 700 wêneyî 50 wêneyên bijare hatin kifşkirin û bi jêrnivîsên Tirkî û Îngilîzî di kategoriya "nûçe", "jiyan" û "spor"ê da ji bo dengdayînê ji çar aliyê dinyayê ra hatin vekirin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclisê Bînalî Yildirim, wezîr, siyasetmedar, burokrat, sporvan û gelek hunermend di pêşbaziya "Wêneyên Salê" da wêneyên bala wan dikşîne hildibijêrin û raya xwe didin.
Îsal di beşa nûçeyê da 18, di beşa jiyanê da 15 û di beşa sporê da jî 17 wêne hene.
Di nav wêneyan da "Wêneyên Mehê" yên ku edîtorên wêneyan ên AAyê hildibijêrin jî hene, wêneyên ku di medyaya dinyayê da cî girtine jî di pêşbaziyê da li benda bijartinê ne.
Di pêşbaziya sala par da 260 hezar û 231 kes tevlî dengdayîna "Wêneyên Salê" bûbûn û dengdayîna îsal jî wê heta 31ê berfanbarê li ser malpera înternetê ya bi navnîşana "aa.com.tr/yilinfotograflari"yê dewam bike.